- 3 kesên li herêma Operasyonê winda bûn hatin dîtin 18:15 20.05.2012 Malbata Acar a ji Mûşê xwe gîhand 3 xizmên xwe yên 6 roj berê li herêma operasyonê hatin revandin. Kiymet Acar diyar kir ku hefteyekê leşkeran av û xwarin neda wan.
-
Dayika Leşker Balikçi: Ew emanet niha di bin axê de ye 17:46 20.05.2012 Dayika Sevag Balikçi ku li leşkeriyê hate kuştin diyar kir ku piştî kurê wê çû leşkeriyê leşkeriyê nameyek ji wan re şand û got 'Kurê we emanetî me ye' û wiha got: "Lê piştî demekê cenazeyê wî ji mere hat û niha ew emanet di bin axê de ye. Hem kuştin û hem jî ji bo ên din e şehît nehesibandin" Şahida Komkujiya Roboskiyê Garipe Urek jî bertek nîşanî kuştinê da û wiha got: "Hûn çima bê sebeb dikujin. Êdî ew zarok dê rojbûna xwe pîroz nekin. Ji ber ku hikûmetê ew ji jiyanê poşman kirine. Wan zarokan 23'ê nîsanê jî pîroz nekirin. Ji ber ku dewletê zarokatiya wan ji destê wan girt. 5
-
Turkalî: Heval Ocalan firsetek dîrokî da, lê Serokwezir fam nake
17:02 20.05.2012
Nivîskar û rewşenbir Vedat Turkalî, tev li civîna "Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî" bû û diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe. Turkalî ani ziman ku Ocalan ji Serokwezir Erdogan re got 'Tenê sozekê bidin min ez dê pirsgirêka kurd çareser bikim' lê ev firseta dirokî vala derxist. Turkalî wiha got: "Heval Ocalan firsetek dîrokî da pêş Serokwezîr Erdogan, lê Erdogan ev firseta dîrokî fam nekir." 9
-
Li Edeneyê meşa 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' 16:20 20.05.2012 Li Edeneyê bi hezaran kesên bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û dawî li tecrîdê bê kom bûn, meşa "Azadiya Ocalan azaiya me ye" pêk anîn. 4
-
'Mînaka binpêkirina bijartin û hilbijartinê operasyona KCK'ê ye' 16:00 20.05.2012 Baroyên Herêmê encama civîna ku duh li Colemêrgê pêk anî bi daxuyaniyekê aşkere kir. Serokê Baroya Colemêrgê Kutbettin Beyazit, diyar kir ku li herêmê binpêkirina mafan didome û mînaka herî mezin a binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina mafê hilbijartin û bijartinê operasyonên "KCK'ê" ne. 3
-
Tuncel: 'Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
15:33 20.05.2012
14'emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dest pê kir. Di axaftina vekirina lijneyêde Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Abdulbakî Boga, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyên çareserkirin, dê kuştin û binpêkirina mafên mirovan jî bidome. Boga, da zanîn ku li şûna lêborînê ji malbatên 34 kurdên li Roboskiyê hatin perçekirin û qetilkirin bixwaze û hesap bipirsin, dijberî vê yekê kujer hatin pîrozkirin. Boga, xwest di vê makeqanûna nû de mafê gelê kurd ê tayinê bê dayîn û kurd karibin bi xwe biryara xwe bidin. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel xwet Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û Ocalan azad bibe. 5
-
Agahî ji 3 kesên li herêma operasyonê winda bûn nayê girtin
15:09 20.05.2012
Li sêgoşeya Mûş, Çewlîk û Amedê operasyonên di 13'ê gulanê de operasyon hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê 3 kes di 14'ê gulanê de hatin revandin û li gel lêgerîna xizmên wan hêj tu agahî ji wan nayê girtin. 1
-
'Ziman bingeha çandê ye' 14:55 20.05.2012 Komxebata KCD'ê ya "Di perwerdehiyê de girîngiya zimanê zikmakî" bi niqaşan berdewam dike. Di niqaşên îro de Prof Dr. Amet Ozen diyar kir ku qedexekirina ziman, qedexekirin mirovan e û ziman bingehê çanda mirovan e. 6
-
'Di dewleta hiqûqê de tecrîd 300 rojin didome! (1) 10:36 20.05.2012 Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku ket 300 rojan nirxand. Sarica diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye îşkenceyê û got; "Ev rewş me dixe nava fikaran. Pêkanîna li hemberî mûwekkîlê me darvekirin jî derbas kiriye û rûmeta mirovan dişkêne. Jixwe ev 13 sal in li hemberî mûwekkîlê me îşkenceyeke sîstematîk pêk tê. Ji bo vê yekê divê herkes bihîstiyar tev bigere. Em wekî buroya hiqûqê ya sedsalê dibêjin divê her pêkanîn di çarçoveya mafên mirovan de pêş bikeve." 3
-
'Em bi erdê re kaş kirin tazî kirin û bi leşkeran dan temaşekirin'
09:04 20.05.2012
Girtiyên bi navê Sîbel Mustafaoglu, Hanim Aydin, Hafîze Toprak, Eylem Etlî û Sevcan Atak ên ji girtîgeha Karataşê sirgûnî girtîgeha Şakranê kirin diyar kirin ku ji ber wan di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî qebûl nekirine ji porê wan girtine bi erdê re kaş kirine, rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Girtiyên navborî anîn ziman ku bi zorê cilên wan ji wan kirine û bi leşkeran dane temaşekirin. Revîra girtîgehê rapor nedan jinên ku ji ber îşkenceyê bedenê wan reş û şîn bûye. Rêveberiya girtîgehê jî der heqê jinên ku bi awayeke tazî bi leşkeran dane temaşekirin de lêpirsîna disîplînê vekir. 1
NÛÇE
‘Komxebata Tenduristî û Girtîgehan bi dawî bû'
Îdîaya HPG'ê kesek binçav kirin
3 kesên li herêma Operasyonê winda bûn hatin dîtin
Dayika Leşker Balikçi: Ew emanet niha di bin axê de ye
5
Turkalî: Heval Ocalan firsetek dîrokî da, lê Serokwezir fam nake
9
POLÎTÎKA
'AKP ji ber xeyalên emperyal protokol îmze nekir'
5
Piştî 20 salan yekem car li Herêma Kurdistanê hilbijartin pêk hat
3
Wezîrê Dadê: Di serdema me de hêjmara hikumxaran 63 hezar zêde bû
'Divê gelê tirk li hemberî komkujiya Roboskiyê serî hilbide'
10
Li gorî Gul li Roboskiyê hewceyî baweriya ewlekariya netewî heye
1
